Adar 12, 2022 22:00
Li parêzgeha Dêrsimê ya kurdên Tirkiyê hêzên Demokrasî û Kedê bi çalakiyekê qûrbaniyên komkujiyên Helebce, Beyazit û Taxa Gaziyê bibîranîn û ew komkujî bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Hêzên Demokrasî û Kedê li dijî wan zihniyetên ku komkujiyan pêktînin, banga têkoşîna hevbeş kirin.