Kanûn 14, 2021 19:42 Asia/Tehran
  •  Serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê hate desteserkirin

Hêzên ewlehiyê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê desteser kir.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê hate desteserkirin.

Hevpeymaniya Navdewletî di tweetekê de aşkere kir, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê desteser kir.

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, ev operasyon ji bo rêgirtina li  têkbirina ewlehî û veguhestina terorîstan e.

Roja 8ê vê mehê jî hêzên ewlehiyê di operasyonekê de hejmarek DAIŞ li parêzgeha Helebceyê destser kiribûn.

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê di wê derbarê de ragihand, roja 8/12/2021ê hejmarek ji terorîstên DAIŞê û çek û teqemenî li parêzgeha Helebce, Seyid Sadiq, Xurmal, Sîrwan û çend gundê Şarezorê hatin desteserkirin ku plana wan hebû kiryarên teroristî bikin.
 

Serepeyv