Sibat 27, 2026 21:00 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: têkçûna sîyonîstan sozeke bêvegera a ilahî ye

Rêberê Tevgera Ensarulah a Yemenê ji ber pêngavrakirina hin weltan jibo asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst bi tundî rexne kir u pêgirî kir têkçûna sîyonîstan wadeyeke saşkira u bêveger a ilahî ye.

 Seyîd Ebdulmelik Bedreddîn Hûsî got: Destdirêjkerî û cinayetkirina Rejîma Sîyonîst a dijmin tam aşkira ye. Hin hikûmet ber bi asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst va diçin ku ev sîyaseta wan bi wateya wefadarîya himber dijmin u teslîmbûna himber sîyaset û fermanên wan li herêmê ye.

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê rewşa nika ya umeta islamê encama xafilbûn û qusûrîya vê umetê derheq berpirsyarîyên mezin u pîroz ên xwe zanî lê pêgirî kir wadeyên ilahî derbara têkçûn û ketina sîyonîstan da aşkira y bêveger in, ji ber ku têkilîya xwe bi dadperwerî u hiimeta Xwedê ra têkildar in. 

 

Serepeyv