-
Daxuyaniya Press TV`yê bona şermezarkirina kiryara terorîstî ya revandina nûçegîhana vê kanalê
Îlon 17, 2026 19:09Tora Navneteweyî ya Press TV`yê bi hêrs û nefreteke mezin revandina rêxistinkirî, neqanûnî û tundûtûj a hevkara xwe ya birûmet û wêrek, xanim Neqa Hamid, nûçegihana meydanî ya torê li Perrava Rojava ji aliyê hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst ve şermezar kir.
-
Dewama Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê û jordaçûna şehîdan
Îlon 16, 2026 18:52Di encama hilweşîna avahiyek şeş qatî li Zîvala Xezzeyê, ku berê di êrîşên Rejîma Siyonîst de zirar dîtibû, 20 Filistînî hatin kuştin, di nav de pênc zarok û bi dehan kes bêserûşûn bûne.
-
Leşkerên Rejîma Siyonîst nûçegîhaneka Press TV`yê li Perrava Rojava revandin
Îlon 16, 2026 17:02Di kiryareke terorîstî de, hêzên leşkerî yên Rejîm,a Siyonîst êrîşî xaleke kontrolê ya nêzîkî bajarokê Teqwa li Beytlehmê kirin û Neqa Hamid, nûçegihana Press TV`yê, revandin û birin cihekî nediyar. Li gorî dayireya têkiliyên giştî ya Press TV, Hamid bi ekîba kameraman re rêwîtî dikir dema ku leşkerên siyonîst li xaleke kontrolê ya nêzîkî bajarokê Teqwa, li başûrê rojhilatê Beytlehmê, ew rawestandin.
-
Hemas: Êrişên Rejîma Sîyonîst ser Qudsa dagirbûyî cinayeta cengê ne
Îlon 08, 2026 17:25Tevgera Hemasê derbara tundbûna cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst ên li Kempa Şe`fat ş bajarokê We`natayê ser bi Qudsa dagirbûyî hişyarî da û xwest ku civaka cîhanî zorê bide Rejîma Sîyonîst.
-
Tundkirina êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê
Îlon 05, 2026 17:46Çavkanîyên filistînî ragihandin ku di encama êrişa dagirkerên sîyonîst da careka din çend filistînî hatin şehîdkirin u birîndarkirin.
-
Êrişên hewayî û topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê
Îlon 04, 2026 16:57Artêşa Rejîma Siyonîst sibeha îro êrişên ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê giran kirine û taxên rojhilatê bajarê Xezzê û navçeyên bakûr ên kempa Birîcê dan ber êrişên hewayî û topxaneyî û gulleavêtina berfireh.
-
Hejmara şehîdan li Xezzeyê rabû 73 hezar u 462 kesî
Îlon 01, 2026 18:08Hejmara şehîdên şerûtîya Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê rabû 73 hezar u 462 kesî u hejmara birîndaran jî rabûye 174 hezar u 509 kesî.
-
Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezze u Rexê Rojavaya Çemê Urdinê u jordaçûna hejmara şehîdan
Tebax 30, 2026 17:14Tevî agirbesa li Xezzeyê, êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezze u Rexê Rojavaya Çemê urdinê didomin u hejmara şehîdan li ZÎvala Xezzeyê careka din jorda çû.
-
Hejmara şehîdên Xezzê rabû 73 hezar û 440 kesî
Tebax 29, 2026 17:00Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 48 demjimêrên borî de cenazeyên 10 şehîd û 18 birîndarên filistînî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhestin û ragihand ku cenazeyê yek ji şehîdan ji bin kavilan hatiye derxistin.
-
Hejmara şehîdên Xezzê rabû 73 hezar û 438 kesî
Tebax 26, 2026 16:29Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 24 saetên buhurî de meytên 7 şehîd û 10 birîndaran bo nexweşxaneyên vê navçeyê hatine veguhestin.