Hejmara şehîdên Xezzeyê gihîştiye 74 hezar û 609 kesan
Êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê berdewam dikin û hejmareke zêde li van navçeyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Di dewama tawanên Rejîma Siyonîst li navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê da 15 kes hatine şehîdkirin û 38 kes jî hatine birîndarkirin. Topxaneya artêşa Siyonîst herwiha ji sibeya îro va hin navçeyên li bakûr û navenda Zîvala Xezzeyê dane ber topan. Ji destpêka destdirêjiyê va heta niha jî hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 609 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 872 kesan. Êrişên artêşa Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê jî berdewam dikin; di vê navberê da NY li hember êrişa bajaroknişînên Siyonîst li ser navçeyên filistînî hişyarî daye û ragihandiye ku êrişa bajaroknişînên Siyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê gihîştiye asta herî zêde ya bîst salên raborî.