Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezze u Libnanê
Wezareta Tendurustîyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand: Ji destpêka şerê dijî Xezzeyê yanî 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika hejmara şehîdan rabûye 74 hezar u 594 kesî u ya birîndaran jî rabûye 175 hezar u 834 kesî.
Wezareta Tendurustîyê ya Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand: Di dewama cinayeyên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê da, 6 filistînî hatin şehîdkirin u 26 kes jî hatin birîndarkirin. Ji destpêka agirbesê va yanî 11ê Cotmeha sala 2025ê va jî, hezar u 580 kes hatine şehîdkirin u 5 hezar u 711 kes hatine birîndarkirin.
Rayedarên şarê Xelîlê li Rexê Rojavaya Çemê urdinê jî ragihandin ku di encama dorpêça leşkerî ya ji hêla Rejîma Sîyonîst va di heft rojan da, 3 hezar u 361 filistînî neçar mane ku terka mala xwe bidin, ji wan hezar u 425 kes zarok in.
Li Libnanê jî hat ragihandin ku artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker bajarokên Kifir Tibnît, Hedasa u Harîs li başûra Libnanê u devera `Erîşê da ber topan.