-
Hemas: Divê welatên ereb nebin sîvanek bo tawanên siyonîstan
Tesrîn 04, 2026 14:58Di bersiva berdewambûna êrişên hovane yên siyonîstan ser Zîvala Xezzeyê da, Hazim Qasim, Berdevkê Hemasê ragihand: Divê welatên ereb nebin sîvanek bo tawanên siyonîstan.
-
Amara şehîdên Xezzeyê gihîşte 74 hezar û 618 kesan
Tesrîn 04, 2026 18:01Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Ji destpêka êrişa ser Zîvala Xezzeyê heta niha hejmara şehîdan gihîşte 74 hezar û 618 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşte 175 hezar û 920 kesan.
-
Êrişên leşkerên siyonîst ser Rexê Rojava û girtina filistîniyan berdewam e
Tesrîn 03, 2026 16:07Leşkerên Rejîma Siyonîst bi êrişa li ser navçeyên cûrbicûr ên Rexê Rojava 21 filistînî girtin û bo cîyekî nediyar veguhestin. Rejîma Siyonîst herwiha ji bo zexta li ser filistîniyan li Zîvala Xezzeyê komên çekdar ên cinayetkar ava kirine.
-
Hejmara şehîdên Xezzeyê gihîştiye 74 hezar û 609 kesan
Tesrîn 02, 2026 18:47Êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê berdewam dikin û hejmareke zêde li van navçeyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
-
Destdirêjîya Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojava didome
Tesrîn 01, 2026 17:33Şaredarîya bajarê El Xelîlê li başûrê Rexê Rojava ragihand: Destdirêjîyên berdewam ên Rejîma Îsraîlê ser vî bajarî, bûne sedema awarebûn û zîyandîtina zêdetir ji sê hezar û 300 filistînîyan.
-
Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezze u Libnanê
Çirî 31, 2026 17:59Wezareta Tendurustîyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand: Ji destpêka şerê dijî Xezzeyê yanî 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika hejmara şehîdan rabûye 74 hezar u 594 kesî u ya birîndaran jî rabûye 175 hezar u 834 kesî.
-
Dewama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser El Xelîlê ji bo roja şeşan a lidûhev
Çirî 28, 2026 19:08Şeva buruî, hêzên leşkerî yên Rejîma Siyonîst, ligel alavên leşkerî û wesayîtan, êrîşî çend bajarokan li parêzgeha El Xelîlê û kempa Fewar a li başûrê bajêr kirin û ji bilî rawestandina filistîniyan, lêgerîna wan a fîzîkî û tacîzkirina wan li xalên kontrolê yên nêzîkî Meydana Celdeyê ya li El Xelîlê, êrîşî malên filistîniyan jî kirin û lêgerîn li wan kirin.
-
Hemas: Êrişa ser zanîngeha Xezzê mînaka cinayeta cengê ye
Çirî 25, 2026 18:08Tevgera Hemasê pêgîrî kir êrişên Hewayî yên artêşa cinayetkar û dagirkir a Rejîma Siyonîst ser hewşa Zanîngeha Îslamî ya li bajarê Xezzê mînaka aşkera ya cinayeta cengê û dewama şerrê jînosaydê ye ku zêde ji sê salan e didome.
-
Kiryarên Rejîma Siyonîst di koçkirina bi darê zorê ya niştecîyên du navçeyan li El-Xelîlê da
Çirî 24, 2026 19:27Leşkerên siyonîst niştecîyên du navçeyên “Fereş El-Hewî” û “Ebû Ektîle”yê li bakur-rojavayê El-Xelîlê neçarî koçkirinê kirin. Ji aliyê din va çavkaniyên filistînî qala berdewambûna binpêkirina agirbesê li Xezzeyê ji hêla dagirkerên siyonîst va û şehîdbûna filistîniyekî di van êrişan da r kirin
-
Êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê didomin
Çirî 19, 2026 17:09Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Di encama êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da, 5 kes hatin şehîdkirin û 22 kes jî hatin birîndarkirin.