Êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360960-Êrişên_rejîma_siyonîst_li_ser_navçeyên_cûrbicûr_ên_xezzeyê_didomin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Di encama êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da, 5 kes hatin şehîdkirin û 22 kes jî hatin birîndarkirin.
(last modified 2026-10-19T14:49:41+00:00 )
Çirî 19, 2026 17:09 Asia/Tehran
  • Êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê didomin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Di encama êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da, 5 kes hatin şehîdkirin û 22 kes jî hatin birîndarkirin.

 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku ji dema destpêbûna şerrê dijî Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an va heta niha, hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê gihîştiye 74 hezar û 480 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 539 kesan. Navenda Lêkolînan a Dîlên Filistînî jî derbarê sistîya bijîşkî li himber 1500 dîlên filistînî yên nexweş di girtîgehên Rejîma Siyonîst da hişyarî da û got ku ev kes rastî mirina hêdî hêdî tên. Bi sedan dîlên filistînî di girtîgehên Rejîma Siyonîst da rastî nexweşîyên bitalûke hatine, ji wan penceşêr, aloziya gurçikan, nexweşîyên dil, reqbûna reh û demaran, nexweşiya şekirê û zexta xwînê.