Xelata çêtirîn rêzefîlma ABUyê gihîşte Televîzyona Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i361196-xelata_çêtirîn_rêzefîlma_abuyê_gihîşte_televîzyona_Îranê
Rêzefîlima îranî ya bi navê "Serv, Sipî, Sor" xelata çêtirîn rêzefîlima televîzyonê ji festîvala Yekitiya Radyo û Televîzyonên Asya Oqyanûsiyayê (ABU 2026) wergirt.
(last modified 2026-11-02T15:12:11+00:00 )
Tesrîn 02, 2026 18:41 Asia/Tehran
  • Xelata çêtirîn rêzefîlma ABUyê gihîşte Televîzyona Îranê

Rêzefîlima îranî ya bi navê "Serv, Sipî, Sor" xelata çêtirîn rêzefîlima televîzyonê ji festîvala Yekitiya Radyo û Televîzyonên Asya Oqyanûsiyayê (ABU 2026) wergirt.

 

Ev xelat di roja sêyemîn a 63emîn kombûna giştî ya Yekitiya Radyo û Televîzyonên Asya û Oqyanûsiyayê li Kolomboya paytexta Srîlankayê, ji nûnerê Saziya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê ra hat dayîn. Ev xelat ji beşa yazdehemîn a vê rêzefîlimê bi navê "Nêçîra Bav û Kalan" a ku ji hêla Mehmûd Kerîmî hatîye çêkirin ra hat dayîn. Nêçîra Bav û Kalan çîroka şivanekî ye ku bi çeka xwe ya Bêrnoyê xwefirreke dijmin jorda dixe. Rêzefîlma "Serv, Sipî, Sor" rêzefîlimeke beş-beşî ye ku her beşa wê çîrokeke serbixwe û têkildarî şerrê 40-rojî yê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê vedibêje. Taybetmendiya giring a vê rêzefîlimê, kişandina fîlmê hevdem digel qewimîna şêrr û berdewamiya berhemanînê di şert û mercên şêrr û di bin bombebaranê da ye.