Li rojhilatê Tengava Hormizê tankereke neftê ya binpêker rastî bûyerê hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361200-li_rojhilatê_tengava_hormizê_tankereke_neftê_ya_binpêker_rastî_bûyerê_hat
Tankereke neftê di nav sînorê qedexe û ne-ewle yê rojhilatê Tengava Hormizê da, ji ber lêketina bi mayîneke deryayî rastî bûyerê hat û agir pê ket.
(last modified 2026-11-02T15:13:43+00:00 )
Tesrîn 02, 2026 18:42 Asia/Tehran
  • Li rojhilatê Tengava Hormizê tankereke neftê ya binpêker rastî bûyerê hat

Tankereke neftê di nav sînorê qedexe û ne-ewle yê rojhilatê Tengava Hormizê da, ji ber lêketina bi mayîneke deryayî rastî bûyerê hat û agir pê ket.

 

Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand ku du tankerên neftê yên binpêker di rêya neqanûnî ya Tengava Hormizê da, ji ber lêketina bi mayîneke deryayî teqiyan. Yek ji van tankeran ji cureyê supertanker bû ku piştî teqîneke giran, rastî agirpêketinê hat. Van tankeran bi vemirandina sîstemên navîgasyon û naskirinê, dixwestin bi awayekî veşartî ji rêya neqanûnî derbas bibin.