Bihayê kelûpelên hinardekirî ji gumrika Senem Bilaxîyê ya Poldaştê 9 qat zêde bûye
Serokê Gumrika Poldaştê qala zêdebûna zêdetir ji 9 qatî ya hinardekirinê ji gumrika Senem Bilaxîyê (qasî 89 milyon dolar) bo welatên asyayî û ewropayî kir.
Wehîd Tayfe Huseynî, Serokê Gumrika Poldaştê got: Ji destpêka îsal heta niha bi bihayê 89 milyon dolar kelûpel ji rêya gumrika Poldaştê bo welatên asyayî û ewropayî hatine hinardekirinê ku anegorî heman heyamê ya sala raborî zêdetir ji 9 qatî zêdebûn heye.Li gorî amara ragihandî, rêjeya hinardekirinê ji gumrika Poldaştê wek çaremîn derbasgeha peywendîyê ya di navbera Îran û Komara Azerbaycanê da ji destpêka îsal heta niha, li anegorî heman heyamê ya sala raborî, sedî 800 zêde bûye.
Wehîd Tayfe Huseynî destnîşan kir: Li rex vê zêdebûna berbiçav, tranzîta kelûpelan jî sedî 43 zêde bûye, bi awayekî ku di vê heyamê da bi bihayê 2 milyar û 200 milyon dolar kelûpel ji rêya vê gumrikê bo welatên armanc, hatine hinardekirin.