Serokkomarê Çînê: Divê Rojavayê Asyayê nebe qada rikeberiya hêzxurtan
Tesrîn 02, 2026 18:43 Asia/Tehran
Serokkomarê Çînê ragihand: Divê navçeya Rojavayê Asyayê û Kendava Farsê nebe qada rikeberiya hêzxurtan û şerrên jeopolîtîk.
Şî Cînpîng got: Piken hema wisa daxwaza çareserkirina nakokiyan bi rêya çareseriyên siyasî û dîplomatîk dike. Wî herwiha got: Aşitî û îstiqrara li navçeyê hewcedarî çavdêrî û piştgiriya hevbeş a hemî aliyan e.Serokkomarê Çînê got: Piken amade ye ku hevkarî û hevahengiyê bi welatan ra xurt bike û hewil bide ku aşitî û îstiqrarê vegerîne navçeyê.