Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdan li vê herêmê ji destpêka şêrr di 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 73 hezar u 913 kesî û hejamra birîndaran jî rabûye 174 hezar u 935 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdan li vê herêmê ji destpêka şêrr di 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 73 hezar u 913 kesî û hejamra birîndaran jî rabûye 174 hezar u 935 kesî. Herwiha hejmara birîndarên ku di 24 saetên buhurî da hatine wergirtin, rabûye 24 kesî u 3 kes jî şehîd bûne.
Di dewama daxûyanîya vê wezaretxaneyê da hatîye: Ji destpêka agirbesê va yanî ji 11ê Cotmeha 2025ê va heta nika hezar u 393 kes hatine şehîdkirin u 4 hezar u 822 kes jî hatine birîndarkirin.
Ji hêla din va, Firançêska Albanîz Raportera Taybet a NY di Karên Mafên Merivan li Filistîna Dagirbûyî jî tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Sîyonîst ên li Xezzeyê, qirrkirina bi hezaran zarokî li Zîvala Xezzeyê ya bi destê Rejîma Sîyonîst u kiryarên Nazîyan di bûyera Holokostê da da ber hev.
Wê di şerê dusalî da li Xezzeyê bi zelalî piştgirî daye filistînîyan u dijî Rejîma Sîyonîst derketîye. Lewma ji ber wan helwest u raporên xwe têkildarî şerê rejîma dagirker a sîyonîst dijî Zîvala Xezzeyê pêrgî zext u hin rexeneyan bûye.
Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmetê li Xezzeyê jî di 24ê Tebaxa buhurî da ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst ji destpêka şerê dijî Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va, zêde ji 21 hezar û 500 zarok şehîd kirine.
Vê nivîsgehê di daxûyanîyek êda ragihand: Dagirker kuştina kesên bêguneh nemaze qirrkirina zarokan didomînin; qirrkirina zêde ji 21 hezar u 500 zarokî, hovîtîya Rejîma Sîyonîst di vê cinayeta rêxistinkirî da ray dide.
Ji hêla din va, li gorî medyayên filistînî, Hemasê jî di daxûyanîyek êda ragihand ku Xelîl Heyye Serokê Polîtbîroya vê tevgerê di gotubêja tev navbeynkaran da amajeyî girtina rê li ber maşîn u alavên pêwîst ji bo rakirina kavil u kelefeyan u qahîmkirina avahîyan ji hêla Rejîma Sîyonîst kir u ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi nêzîkbûna demsala zivistanê nahêle kon u çadir ku ji bo bi dehan hezar kesên bêsitar pêwîst in, bên derbaskirin u derbara giranbûna rewşa merivî bi destpêbûna sir u sermayê hişyarî da.
Serokê Polîtbîroya Hemasê herwiha hin peyam ji çend welatan ra şandin û derbara zêdebûna êriş u terorkirinên bi destê artêşa Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê u berdewamkirina destdirêjî û binpêkirina mafên gelê Filistînê li rexê rojavaya çemê Urdinê u Mizgevta Eqsayê hişyarî da u tekez kir ku ew kiryar derfetên aramî û seqamgîrîyê lawaz dikin.