Sibat 26, 2026 18:36 Asia/Tehran
  • Hûsî: Rewşa nika ya umeta islamê encama xemsarîya hin welatên misilman e

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê amajeyî alugurên cîhana islamê u cinayetên Rejîma Sîyonîst kir u ji ber qusûrîya hin dewletên islamî di bicihanîna erkên xwe da rexne kir.

Seyîd Ebdulmelik Bedreddîn Hûsî Rêberê Ensarullaha Yeemnê bal kişand ser pirsgiêk u hevkêşîyên li cîhana islamê û got ku rewşa nika ya umeta islamê encama xemsarîya hin welatên misilman di pêkanîna berpirsyarîyên mezin u pîroz e.

Wî di beşeke din a axavtina xwe da ji ber asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst ku bi komkujî u qirrkirinê bêrêzî li umeta islamê kirîye, rexne kir u pêgirî kir danîna peywendîyên asayî tev dijmin bi ti hecetekê nayê pînekirin, rejîma dijmin a ku bingeha bawerîyên wê serdestîxwazî himber umeta islamê, jinavbirina civakên islamî û piçûkirina misilmana ye.

 

Serepeyv