Pergala tenduristiyê ya Xezzeyê di bere berê hilweşiyana tam da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i358556-pergala_tenduristiyê_ya_xezzeyê_di_bere_berê_hilweşiyana_tam_da_ye
Birêveberê Bernameyên Tenduristiyê yên Civata Heyva Sor a Filistînê hişyarî da ku pergala tenduristiyê li Zîvala Xezzeyê ji ber êrîşên rasterast ên rejîma dagirker, dorpêçkirin û pêşîgirtin li hatina alavên pizîşkî yên bingehîn tûşî metirsiya hilweşiyana tam bûye.
(last modified 2026-04-14T10:31:49+00:00 )
Nîsan 14, 2026 09:57 Asia/Tehran
  • Pergala tenduristiyê ya Xezzeyê di bere berê hilweşiyana tam da ye

Birêveberê Bernameyên Tenduristiyê yên Civata Heyva Sor a Filistînê hişyarî da ku pergala tenduristiyê li Zîvala Xezzeyê ji ber êrîşên rasterast ên rejîma dagirker, dorpêçkirin û pêşîgirtin li hatina alavên pizîşkî yên bingehîn tûşî metirsiya hilweşiyana tam bûye.

‘Bişar Mirad’ ragihand: Dewama girêdayîmayîna derbasgehan bûye berbendek ser rêya hatina parçe û alavên yedek ên hewce ji bo jeneratorên karebayê û ambûlansan, herwiha rûn û alavên labratiwarî.

Wî herwiha got: Nexweşxane û dermangeh ji dema qutbûna karebayê bi tamî girêdayî bi jeneratoran in. kêmbûna ardûyê, rawestana xizmetên dermanî di her kêliyekê da muhtemel kiriye û raberkirina xizmetên pizîşkî bo nexweş û birîndaran hema bêje nepêkan kiriye.

Bişar Mirad bal kişande ser dûhatên jîngehî yên qeyranê û hişyarî da: Wêrankirina şebekeyên rêjavê û hebûna meytan di bin kavilan da, atmosfereke guncan ji bo belavbûna afetan pêk aniye û pêşîgirtin li hatina madeyên jinavbirina afetan, giraniya karesata mirovî li Xezzeyê zêdetir kiriye.