Neîm Qasim: Destdirêjiya Îsraîlê ji bo daqurtandina Libnanê ye
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê ragihand: Destdriêjiya Rejîma Siyonîst şerek ji bo ewlehîya Îsraîlê ne; destdirêjiyek ji bo daqurtandina Libnanê û jinavbirina hêza gel û berxwedana wî ye.
Şêx Neîm Qasim, Sekretrê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê ragihand: Em ji destpêbûka `Şerê yekem` va tûşî destdirêjiya hovane ya siyonîstî-amerîkayî bûne. Me 15 mehan tehemil kir, lê dijminê siyonîst heta xaleke Lihevkirinnameya 27ê Mijdara 2024an bi cih neanî; bi vî halî jî me sebir kir.
Sekretrê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Armanca dagirkeriya Rejîma Siyonîst jinavbirina her cûre hêzekê ye ku Libnanê heye; loma em di berevanîya ji Libnan û gelê wê da li ber xwe didin û şerê `Operasyona Parastinê` bi vê wateyê pêk tînin. Destdirêjiya Rejîma Siyonîst şerek bi ebesta ewlehiya Îsraîlê nîne; destdirêjyek bo daqurtandna Libnanê û jinavbirina hêza gel û berxwedana wî ye.