-
Cinayeta nû ya Se`ûdîyan li Yemenê
Îlon 22, 2026 14:54Di encama êrişa balafirên cengê yên artêşa Erebistanê ser bajarê Muxa li rojavaya parêzgeha Te`iz a Yemenê da, 14 welatî ji wan çend zarok hatin şehîdkirin u birîndarkirin.
-
Ensarullaha Yemenê: Mûşekên me tam li xalê dikevin u operasyona me berteka himber êrişa Erebistanê ya ser sivîlan e
Îlon 20, 2026 18:35Endamê Polîtbîroya Tevgera Ensarullah a Yemenê got ku mûşekên vî welatî tam u rast li armancê dikevin u zîyanê nagihînin sivîlan.
-
Xelkê Behreynê desteserkirin u muhakimekirina alimên dînî yên Şî`e şermezar kirin
Îlon 19, 2026 17:44Xelkê Behrêynê bi xwenîşandanekê li navçeya Durrê berdewamkirina desteserkirin u muhakimekirina alimên dînî yên Şî`e şermezar kirin.
-
Dewama êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê
Îlon 18, 2026 16:27Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekî de basa 37 êrişên hewayî yên Erebistanê ser navçeyên curbicur ên wilayetên Teiz û Hecê di rojekî de kir.
-
Gelê Yemenê ji bo piştevaniya hêzên çekdar ên wî welatî meşeke berfireh li dar xistin
Îlon 18, 2026 15:27Xelkê Yemenê li Senayê û parêzgehên din ên di bin kontrola Ensarullah a Yemenê de ji bo piştgîriya ji operasiyona hêzên çekdar ên Yemenê û ji bo şermezarkirina pîlana derewîn a êrişa ser Mekê xwenîşandaneke bi mîlyonan kesî li dar xistin.
-
Wezîrê berevaniya pakistanê got: Gefa sereke ya navçê Rejîma Siyonîst e
Îlon 17, 2026 18:51Wezîrê berevaniya Pakistanê Rejîma Siyonîst gefa sereke ya li navçê û derdaiyê şerrê vê dawiyê bi Îran, Libnan û Filistînê re da zanîn. Xace Mihemed Asif got: Lobiya siyonîsm, Amerîkayê ber bi şerrê bi Îranê ve kaş kir lê ti yek negihîştin armancên xwe û nefreta ji Rejîma Siyonîst di cîhanê de zêde bûye.
-
UNICEF derbarê zêdebûna krîza mirovî li Yemenê de hişyariyê dide
Îlon 17, 2026 18:41UNICEF (Sindûqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) derbarê encamên ji nû ve destpêbûna pevçûnan li Yemenê û koçberiya girseyî ya malbatan de hişyarî da.
-
Yemeniyan balafira cengê ya F- 15 ya Erebistanê jorda xistin
Îlon 16, 2026 18:47Hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekê de ragihandin ku wan balafireke şer a F-15 a Siûdî hedef girtiye û xistiye xwarê.
-
Leşkerên Rejîma Siyonîst nûçegîhaneka Press TV`yê li Perrava Rojava revandin
Îlon 16, 2026 17:02Di kiryareke terorîstî de, hêzên leşkerî yên Rejîm,a Siyonîst êrîşî xaleke kontrolê ya nêzîkî bajarokê Teqwa li Beytlehmê kirin û Neqa Hamid, nûçegihana Press TV`yê, revandin û birin cihekî nediyar. Li gorî dayireya têkiliyên giştî ya Press TV, Hamid bi ekîba kameraman re rêwîtî dikir dema ku leşkerên siyonîst li xaleke kontrolê ya nêzîkî bajarokê Teqwa, li başûrê rojhilatê Beytlehmê, ew rawestandin.
-
Êrişa bi mûşekan a Yemenê ser Erebistanê
Îlon 15, 2026 12:28Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku du komên balafirên cengê yên siûdî ji cûreya Tayfon û F- 15 li parêzgeha Seidê bûne hedef û got: Ev balafirên cengê bi bikaranîna mûşekên sîstima berevaniya hewayî yak u Yemenê çêkirine, neçar man paşda vekişin.