Xwenîşandana berfire dijî Netaniyahu di Erdên Dagirkirî de
Çirî 25, 2026 18:51 Asia/Tehran
Bi hezaran kes li Têlavîvê dijî serokwezîrê Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xistin û daxwaza pêkanîna komîsyona serbixwe ya lêkolînê li ser şikesta ji hêla ewlehiyê ve ya vê rejîmê di êrişa 7`ê Cotmeha 2023`an kirin.
Xwenîşanderên li Têlavîvê ji bilî nerizamendiyali hember siyaset û karên Bênyamîn Netaniyahu bi qêrîna dirûşmên tund, nerizamendiya xwe ya li hember siyasetên kabîneya Rejîma Siyonîst diyar kirin û daxwaza îstîfaya serokwezîr kirin.
Ev xwenîşandan sê rojan berî hilbijartina kênêsêtê hat lidarxistin û hejmarek ji serokên partiyên neyarê Netaniyahu têde beşdar bûn.