Koma hekerî ya Henzeleyê kete nav malperên artêşa Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360996-koma_hekerî_ya_henzeleyê_kete_nav_malperên_artêşa_rejîma_siyonîst
Koma hekerî ya Henzeleyê ragihand ku, Endamên wê karîne bikevin nav malperên artêşa Rejîma Siyonîst û tişta ku di nav wan da diqewime tomar bikin.
(last modified 2026-10-21T15:36:31+00:00 )
Çirî 21, 2026 19:05 Asia/Tehran
  • Koma hekerî ya Henzeleyê kete nav malperên artêşa Rejîma Siyonîst

Koma hekerî ya Henzeleyê ragihand ku, Endamên wê karîne bikevin nav malperên artêşa Rejîma Siyonîst û tişta ku di nav wan da diqewime tomar bikin.

Malpera Walayê ragihand: Endamên Koma hekerî ya “Henzeleyê” berbanga îro karîne bikevin nav malperên artêşa Rejîma Siyonîst û tişta ku di nav wan da diqewime tomar bikin. Wêneyên bidesthatî ji dîmenên ji nav avahiyên leşkerî, odeyên civînan û baregehên fermandetîyê pêk tên. Di hin babetên ku ji hêla vê komê va hatine belavkirin da, hin navçeyên ji nav baregehên leşkerî, alavên leşkerî û odeyên ku leşker wan bi kar tînin, tên dîtin.