Îran ji bo şerrekî giştalî, çendqatî û  berfire amade bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361002-Îran_ji_bo_şerrekî_giştalî_çendqatî_û_berfire_amade_bûye
Rayedarekî payebilind ê ewlehîyê teqeziya li ser vêya kir, Îran ji bo şerrekî giştalî, çendqatî û berfire amade bûye.
(last modified 2026-10-21T16:01:44+00:00 )
Çirî 21, 2026 19:31 Asia/Tehran
  • Îran ji bo şerrekî giştalî, çendqatî û  berfire amade bûye

Rayedarekî payebilind ê ewlehîyê teqeziya li ser vêya kir, Îran ji bo şerrekî giştalî, çendqatî û berfire amade bûye.

 

Rayedarekî payebilind ê ewlehîyê ji Press TVyê ra got ku Îranê biryara teqil daye ku di berteka li hember her destdirêjîya dijmin û kuştin û terorê da, bê tu sînordarî û ser hemdê xwebûnê bersiv bide û berjewendî û armancên berdest ên destdirêjkeran û piştgirên wan li navçeyê bi tundîya tam bide ber lêdanê.Ji nêrîna Îranê, Amerîka bê Îsraîlê û Îsraîl bê Amerîkayê êrişekê pêk nayne û serbixwebûna van her du rejîman di şerrê li himber Îranê da wekî henekek tehl e. Gefên aşkira yên rayedarên Amerîka û Rejîma Siyonîst derbarê êrişa li ser Îranê, destûra qanûnî û exlaqî ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst ên berevaniyê ji hêla Îranê va dabîn kirine.