Hişyarîdayîna Yemenê bo Erebistana Siûdî; Bersiva Yemenê bo êrişên siûdî tundtir dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360966-hişyarîdayîna_yemenê_bo_erebistana_siûdî_bersiva_yemenê_bo_êrişên_siûdî_tundtir_dibe
Endamê polîtburoya Ensarullaha Yemenê tevî şermezarkirina êrişên Erebistana Siûdî li ser navçeyên sivîl ên Yemenê teqeziya li ser vêya kir ku ev êriş ne tenê nabin sedema paşvekişîna gel, belkî dê bersiva Yemenê jî tundtir bikin.
(last modified 2026-10-19T14:53:25+00:00 )
Çirî 19, 2026 18:22 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna Yemenê bo Erebistana Siûdî; Bersiva Yemenê bo êrişên siûdî tundtir dibe

Endamê polîtburoya Ensarullaha Yemenê tevî şermezarkirina êrişên Erebistana Siûdî li ser navçeyên sivîl ên Yemenê teqeziya li ser vêya kir ku ev êriş ne tenê nabin sedema paşvekişîna gel, belkî dê bersiva Yemenê jî tundtir bikin.

 

Hizam El-Esed, endamê polîtburoya Ensarullaha Yemenê, wek berteka li hember êrişên hovane yên balafirrên şêrr ên siûdî li dijî gelê Yemenê got: Armancgirtina sivîlan li Yemenê, bi taybetî jin û zarokan, ji ber nekarabûna rejîma siûdî di bidestxistina serkeftina leşkerî da tevî bi salan destdirêjî, seferberkirina kirêgirtîyan û piştgirîya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst e. Hizam El-Esed got: Destdirêjîyên hovane yên Erebistanê bi armancgirtina binesazîyan û berdewambûna dorpêçê û sepandina birçîbûnê li himber gelê Yemenê sînordar nîne, belkî bo bombebarankirina cîyên kombûna sivîlan berfire bûye. El-Esed amaje kir ku, Yemen di bin her şert û mercekê da armancgirtina sivîlan red dike û pabendî vê prensîbê ye, lê di eynî demê da bersiva tawanên dijmin dide û li ser bingeha gurrkirin li hember gurrkirinê tevdigere.