Obama: Trump şerekî bêheger dijî Îranê destpê kiriye
Barak Obama, serokomarê berê yê Amerîkayê bi rexneya ji Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ji ber destdirêjîya bê encam û demdirêj a dijî Îranê mukur hat ku kontrola Tengerêya Hurmizê di destê Îranê de ye
Serokomarê demokrat ê berê yê Amerîkayê di civîneka hilbijartinê bereberê hilbijartina navîndewrê ya Kongirê di 3`ê Mijdarê di axiftinekê de got: Trump biryar da şerekî bê encam destpê bike; Şerek ku ti kesî ew nedixwest û ti kesî desg nedabû wê.
Obama xitabî beşdarên di vê hilbijartinê de herwiha got: Heft meh ji şerê dijî Îranê re derbas bûne, rewş çawan pêşda diçe? Heft mehan piştî ku Trump serkevtinê ragihand. Êrişî hevgirtî û binkeyên me bûye. Amerîkî hatin kuştin û birîndarkirin. Serokomarê demokrat ê berê yê Amerîkayê herwiha got: Zimhêrên mûşekî yên Îranê kêm bûne û nika Îranê li ser Tengerêya Hurmizê, cihê ku nift lê derbas dibe û digihîje bazarên cîhanê, mafê Vêtoyê bi dest xistiye.
Obama destnîşan kir: Sedema jordaçûna bihaya niftê hema eva ye; Ti kes di vî warî de bi guman nîne. Sedema bihabûna gazolê û her tiştî hema eva ye.