CNN: Nerazîbûn li Fransayê nîşaneya qeyraneke kûr di civak û siyasetê da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360988-cnn_nerazîbûn_li_fransayê_nîşaneya_qeyraneke_kûr_di_civak_û_siyasetê_da_ye
Kanala “CNN”ê ragiahnd: Berfirehbûna nerazîbûnên nav kolanan li Fransayê, ji alozîyên demkî wêdetir, nîşana tundbûna qeyraneke kûr di warê siyasî û civakî yê vî welatî da ye.
(last modified 2026-10-20T14:26:45+00:00 )
Çirî 20, 2026 17:51 Asia/Tehran
  • CNN: Nerazîbûn li Fransayê nîşaneya qeyraneke kûr di civak û siyasetê da ye

Kanala “CNN”ê ragiahnd: Berfirehbûna nerazîbûnên nav kolanan li Fransayê, ji alozîyên demkî wêdetir, nîşana tundbûna qeyraneke kûr di warê siyasî û civakî yê vî welatî da ye.

CNNê ji zarê şirovekeran herwiha ragihand: Perçebûna siyasî di navbera rayedarên payebilind ên Fransayê da, ku piştî hilbijartina pêşwext a sala 2024an bi destpêşxerîya Macron û encama berovajî ya wê bû sedema xitimîna parlimanê, mimkin e berdewam bike û di navenda qeyraneke kûrtir a Fransayê da ye.
Li gorî vê raporê, giringtirîn pirsgirêka Fransayê deynên wê ne.
Lêkolerên Enstîtuya Oxford Economics'ê (Oksford Êkonomîst) di Tîrmehê da gotin: Fransayê yek ji girtirîn deynên hikûmetê li Ewropayê heye û xitimîna siyasî tê vê wateyê ku em çaverêyê zêdebûna berdewam a asta deynê vî welatî ne.
Li gorî gotina şirovekeran, rêjeya deynê vî welatî bo berhemanîna navxweyî ya giştî di çaryeka duyem a îsal da gihîşte sedî 119ê; hejmara ku duqatî armanca destnîşankirî ya Yekitîya Ewropayê ye.