Êrişa 149 xwefirrên ukraynî ji hêla bergiriya ezmanî ya Rûsyayê va hat têkşikandin
Çirî 19, 2026 16:10 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên bergiriya ezmanî yên vî welatî 149 xwefirrên ukraynî li ser navçeyên cûrbicûr ên Rûsyayê ji wan Belgorod, Brîansk û Kûrskê şopandin û jorda xistin.
Şerrê Ukraynê ketiye qonaxeke nû û Kiyêv û Moskowê êrişên xwefirrî û mûşekî li himber hev zêde kirine. Şerrê Ukraynê di halekî da didome ku Donald Trump serokkomarê Amerîkayê îdia dikir ku dê di kêmtir ji 24 saetan da dawî li vî şerrî bîne. Berdewambûna şerr di sala duyem a serokkomarîya Trump da, navbangê Trump xirab kiriye û îdiayên wî bêhitbar kirine.