Neraziyên dijî şêrr li New Yorkê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358554-neraziyên_dijî_şêrr_li_new_yorkê_hatin_desteserkirin
Bi sedan amerîkayîyên dijî şêrr li bajarê New Yorkê bi nîşana nerazîtiya li hember êrîşa ser Îran, Libnan û Xezzeyê xwenîşandan li dar xistin.
(last modified 2026-04-14T10:29:52+00:00 )
Nîsan 14, 2026 07:57 Asia/Tehran
  • Neraziyên dijî şêrr li New Yorkê hatin desteserkirin

Bi sedan amerîkayîyên dijî şêrr li bajarê New Yorkê bi nîşana nerazîtiya li hember êrîşa ser Îran, Libnan û Xezzeyê xwenîşandan li dar xistin.

Polîsê Amerîkayê zêdetirî 100 neraziyên dijî şêrr li bajarê New Yorkê desteser kirin. Nerazî li ber ofîsên Chuck Schumer û Kirsten Gillibrand du senatorên amerîkayî ketin grevê.

Nerazî dibêjin firotina çekên amerîkayî bo Rejîma Siyonîst divê were rawestandin. Xwenîşandan bi teqeziya ser biryarnameya Bêrnî Sendêrz hat lidarxistin ku xala wê ya sereke rêgirtin li firotina çekan bi bihayê 600 miliyon dolarî bo Rejîma Siyonîst bû.

Vê demê Amerîka bi berdewamî qaseke gelekî berçav a pere û çek bo Rejîma Siyonîst dişîne.

Şandina çek û rextan bo vê rejîmê di rewşekê da ye ku berdewam Libnan û Îranê bombebaran dike û tevkujiya xwe li Xezzeyê hema wisa didomîne.