Romayê dirêjbûna xwebixwe ya lihevkirinnameya berevaniyê bi Îsraîlê ra rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358559-romayê_dirêjbûna_xwebixwe_ya_lihevkirinnameya_berevaniyê_bi_Îsraîlê_ra_rawestand
Di germegerma derketina kêşeyê di pêwendiyên Rejîma Siyonîst digel hin welatan da ji wan Sûpanya û Koreya Başûr, Îtalyayê dirêjbûna xwebixwe ya lihevkirinnameya berevaniyê bi vê rejîmê ra rawestand.
(last modified 2026-04-14T10:34:48+00:00 )
Nîsan 14, 2026 05:57 Asia/Tehran
  • Romayê dirêjbûna xwebixwe ya lihevkirinnameya berevaniyê bi Îsraîlê ra rawestand

Di germegerma derketina kêşeyê di pêwendiyên Rejîma Siyonîst digel hin welatan da ji wan Sûpanya û Koreya Başûr, Îtalyayê dirêjbûna xwebixwe ya lihevkirinnameya berevaniyê bi vê rejîmê ra rawestand.

Corcîya Mêlonî (Giorgia Meloni) Serokwezîra Îtalyayê tevî ragihandina rawestandina lihevkirinnameya berevaniyê bi Rejîma Siyonîst ra, got: Anegorî şert û mercên heyî, hikûmetê biryar daye ku dirêjbûna xwebixwe ya lihevkirinnameya berevaniyê digel Rejîma Siyonîst rawestîne.

Ev di rewşekê da ye ku, vê dawiyê Rejîma Siyonîst derbasî nav xelekek ji kêşeyê digel çend welatan li ser mijarên cûrbicûr bûye.

Rayedarên Rejîma Siyonîst di torên civakî da gef li kesayetên payebilind ên Tirkiye, Koreya Başûr, Pakistan û Spanya xwarine.