Fransa di nava êgir da; serhildana xwendekaran, dibistan daxistin
Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê ragihand ku polên dersê li derdora 400 heta 500 dibistanên amadeyî ji ber sedemên ewlehiyê bi temamî an pişkî dê werin daxistin.
Eduard Jêfrî herwiha got ku ji destpêka nerazîbûnan heta niha, 24 dibistan li Fransayê hatine şewitandin an hatine wêrankirin û talankirin û zêdeyî 5 hezar xwendekar heta niha hatine desteserkirin. Xwendekar û yekîtîyên perwerdeyê yên Fransayê jî xwe ji bo dora nû ya nerazîbûnên seranserî amade dikin. Nerazîbûnên berfireh ên xwendekarên amadeyî di zêdekirina budceya perwerdeyê, dagirtina cîyên vala yên mamosteyan, tamîrkirina avahiyên kevn ên dibistanan, serrastkirina bernameyên dersê yên giran û baştirkirina pergala wergirtina zanîngehê da ku ji meha Îlonê dest pê bûye, li bajarên cûrbicûr ên Fransayê berbelav bûye.