Sê navendên terorîst - tekfîrî li başûr-rojhilata Îranê hatin têkşikandin
Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê qala têkşikandina 3 navendên operasyonî yên komeke terorîst - tekfîrî li başûr-rojhilat û kuştin û girtina 12 terorîstan kir.
Di daxuyanîya Rêvebirîya Giştî ya Îtilaatê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê da wiha hatiye ku tîmên vê rêvebirîyê, li gorî raporên gelanî û çavdêriyên îtilaatî û operasyonî, karîn 3 navendên rêkxistinkirî û li benda operasyonê yên komên terorîst-tekfîrî yên girêdayî dijminê amerîkayî-sîyonîst li şaristanên Îranşehr, Serbaz, Serawan û Zahidanê û bi hevkarîya Rêvebirîya Giştî ya Îtilaatê ya parêzgeha Hormizganê, li şaristana Qişmê ya wê parêzgehê, nas bikin û berî her kiryareke xirabkarane û terorîst têk bişkênin.
2 kes ji van terorîstan di pevçûnê bi hêzên parêzvanê ewlehîyê ra hatin kuştin û 10 endamên din ên tîmên terorîstî yên ji derve hatî, hatin girtin.
Ji terorîstên ku hatine girtin hejmareke berbiçav a çek û muhîmmatên cengî hatin keşf û zeftkirin.