Qehremanîya xwendevanên îranî li Malezyayê; sê pileyên yekem ji bo Îranê hatin bidestxistin.
Tîma robotîkê ya Îranê di pêşbirka robotîkê ya Asya Oqyanûsiyeyê ya sala 2026an li Malezyayê da, sernavê qehremanîyê ya beşa tîmî ya vê pêşbirkê bi dest xist.
Di pêşbirkên Lîga Prototype Challengeê di çarçoveya pêşbirkên robotîkê yên Asya Oqyanûsiyeyê ya sala 2026an li Malezyayê da, tîma xwendevanên Îranê bi xebateke serkevtî di beşên komî yên çêkirina robotê da, karî tîmên welatên Japon, Koreya Başûr, Malezya, Erebistana Siûdî, Hong Kong û Çînê li pey xwe bihêle û di cîgeha yekem da cî bigire û sernavê qehremanîyê bi dest bixe. Tîmên Koreya Başûr û Malezyayê jî pileyên duyem û sêyem ên van pêşbirkan bi dest xistin.
Hêjayî gotinê ye ku: Tîma robotîkê ya xwendevanên Îranê berîya vê jî di pêşbirkên cîhanî yên Çînê yên sala 2026an da cîgeha duyem bi dest xistibû.