Êrişa asimanî ya Rejîma Siyonîst ser navçeyên li başûrê Libnanê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360714-Êrişa_asimanî_ya_rejîma_siyonîst_ser_navçeyên_li_başûrê_libnanê_didome
Balafirrên şêrr ên Rejîma Siyonîst di sê caran da, hin navçeyên li beşa başûrê Libnanê bombebaran kirin.
(last modified 2026-10-06T15:06:13+00:00 )
Çirî 06, 2026 18:35 Asia/Tehran
  • Êrişa asimanî ya Rejîma Siyonîst ser navçeyên li başûrê Libnanê didome

Balafirrên şêrr ên Rejîma Siyonîst di sê caran da, hin navçeyên li beşa başûrê Libnanê bombebaran kirin.

 

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku balafirrên şêrr ên Rejîma Siyonîst di van êrişan da, navçeya Wadî Es-Selûqiyê û dorhêla bajaroka Muheybîbê li şaristana Merceyîyûnê ya li başûrê Libnanê, kirin armanc.

 

Heta nika ji qasa ziyan û xisarên canî yên vê êrişê raporek nehatiye weşandin.

 

Rejîma Siyonîst ji 2ê Adarê va, êrişeke berfireh dijî Libnanê dest pê kir ku ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna çend welatîyên libnanî, zêdetirî milyonek kes jî aware bûne û hema wisa hin beşên li başûrê vî welatî di destê vê rejîmê da ne.