Jordaçûna asta bêkarîyê li Tirkîyê
Li gorî datayên Navenda Amaran a Tirkîyê, asta bêkarbûnê li vî welatî di meha Çillê da rabû sedî 1.8ê.
Amara herî nû ya têkildarî rewşa bêkarbûnê li Tirkîyê ray dide ku asta bêkarbûnê di yekem meha sala 2026ê da, jorda çûye.
Li gorî raporên fermî, asta bêkarbûnê di meha Çillê da anegorî meha Kanûnê sedî 0.3 jorda çûye u rabûye sedî 8.1ê. Bi giştî hejmara kesên bêkar 73 hezar kes zêdebûye u rabûye 2 milyon u 819 hezar kesî. Ev guherîn zextên demsalî û alugurên nû yên bazara karkirinê ya Tirkîyê di destpêka sala nû da nîşan didin.
Beşa herî dilnigeranker a vê raporê, kesên 15 heta 24 salî digire ber xwe. Asta bêkarbûnê di nav tezelaw û nûgîhayan da rabûye sedî 14.3yê u bi vî awayî zingila xeterê jibo sîyasetvanên aborê lêxistîye. Asta bêkarbûnê di nav keçikan da sedî 19 ye û ya lawên di vî temenî da jî sedî 11.9 e ku navbereke berbiçav nîşan dide.