Sibat 26, 2026 18:36 Asia/Tehran
  • Berdewambûna avakirina binkeyên leşkerî yên Tirkîyê li Herêma Kurdistana Iraqê

Çiqa Herêma Kurdistana Iraqê ya rêxistina CPTyê ragihand ku tevî ragihandina demajoya aştîyê ya tev PKK, Tirkîye avakirina binkeyên leşkerî yên nû li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê didomîne.

Li gorî rapora Çiqa Herêma Kurdistana Iraqê ya rêxistina amerîkî ya CPTyê, tevî ragihandina demajoya aştîyê di navbera Tirkîyê û PKK da, artêşa Tirkîye avakirina binkeyên leşkerî yên nû, xurtkirina binkeyên berê, çêkirina cadeyên leşkerî, teqandina girik u çîyayan u birrîna darên daristanên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê didomîne. Ev yeka bûye sedema dilnigeranbvûna niştecîyên Herêma Kurdistana Iraqê.

Di dewama vê rapora CPTyê da hatîye: Artêşa Tirkîyê proja cadeya leşkerî jibo têkilîya binkeyên leşkerî û avakirina navçeya navbirr a emnî li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Berwarîya Bala kemilandîye û Reşava jî derîyê vê herêma navbirr e. Tirkîyê herwiah 3 binkeyên nû yên leşkerî li derdora şarê Amêdîyê ava kirîye ku bi nexweşxane, navenda perwerde û rahênanê u yekîneya topxaneyî hatine teyarkirin.

 

Serepeyv