Sibat 26, 2026 18:12 Asia/Tehran
  • Çalakbûna şirketên Tirkîyê li Filistîna Dagirbûyî

Çalakbûna şirketên tirkîyeyî li erdên Filistînê yên bi destê Rejîma Sîyonîst hatine dagirkirin, bûye sedema neyartîya gelê Tirkîyê.

Televîzyona Al Meyadînê ji zarê malpera News24i ya sîyonîstan aşkira kir wekîlên 3 şirketên tirkîyeyî van rojana li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ne.

 Di dewama vê raporê da hatîye: Wekîlên şirketên hanê di çaçrova wê seredanê da çûne wir ku Şirketa Taranzîta Giştî ya Bajêran a Rejîma Sîyonîst jibo şirketên navdewletî yên hez dikin di minaqiseya projeyekê da beşdar bibin, organize kirîye. Eva di halekî da ye ku Tirkîyê ragihandîye ku Enqerê, Tel Avîv boykot kirîye.

Gelê Tirkîyê ev seredana wekîlên şirketên tirkîyeyî şermezar kirine. Hikûmeta Erdogan hertim idiaya piştgirîya ji gelê Xezzeyê dike, di halekî da ku peywendîyên ticarî yên aûkira u nihênî bi Rejîma Sîyonîst ra di çarçova sîyaseta xapandinê da didomîne.

 

Serepeyv