Pêgirîya Îran u Iraqê ser xurtkirina peywendîyên Têhran- Bexdayê
Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê Bexdayê di hevdîtina tev Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Iraqê de pêgirî ser xurtkirina peywendîyên di navbera her du welatan da kir.
Mihemed- Kazim Alê- Sadiq Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê Bexdayê îro bi Qasim Erecî Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Iraqê ra hevdîtin pêk anî. Li gorî daxûyanîya nivîsgeha Erecî, di vê hevdîtinê da her du alîyan pêgirî ser girîngatîya xurtkirina peywenîyên di navbera Têhran- Bexdayê da û pêşxistina panoramayên hevkarîya her du welatan di çarçova berjewendîyên hevpar da kirin.
Erecî pêgirî kir jibo çareserkirina nakokîyên di navbera welatan da gotubêj u dîplomasî di çaçrova aramkirina rewşê û qahîmkirina istiqrarê li herêmê u hewla jibo girtina pêşîya tundbna gêreyê pêwîst in.
Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê Bexdayê jî di vê hevdîtinê da pêgirî kir Têhran hewil dide peywendî u hevkarîyên bi Iraqê ra di warên curbicur ser xêra berjewendîyên her du gelan u xurtkirina ewlehî u istiqrarê lio navçeyê werin berfirekirin u pêşxistin.