Hinardekirina zêde ji 107 milyon bermîl niftê di Çilleya 2026ê da
Sibat 26, 2026 17:55 Asia/Tehran
Şirketa Firotina Nifta Iraqê ragihand ku vî welatî di Çilleya sala 2026ê da 107 milyon û 616 hezar u 220 bermîl nifta xav hinarde kirîye.
Şirketa Firotina Nifta Iraqê ser bi Wezareta Niftê ya vî welatî herwiha pêgirî kir ku vî welatî di meha Çilleya sala 2026ê da, bayê nêzî 6 milyard u 485 milyon u 294 hezar dolarî nift firotîye.
Medyayên iraqî jî ragihandin ku vî welatî 101 milyon û 160 hezar u 349 berîml nift ji nifta meydanên navend u başûra vî welatî hinarde kirîye û ji meydanên niftê yên Herêma Kurdistanê jî 6 milyon u 500 hezar bermîl nift ji rêya Bendera Cîhan a Tirkîyê hinarde kirîye.