Adar 17, 2022 21:59 Asia/Tehran
  • Peyama Serokwezîrê Iraqê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê

Di salvegera kîmyabarana Helebceyê de, Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Helebce hêja ye bibe parêzgehek ji bo hurmetkirina fidakarî û qurbanîdana rûniştiyên wê.

Bombebarana Helebçeyê bi çekên kîmyayî di dema şerê Îran û Iraqê de di sala 1988an de ji aliyê rejîma Beis a Sedam ve bû sedema êş û azarên mezin li gelê Kurd li wan deveran.

Li gor nûçeya roja pêncşemê ya Sputnikê; Di salvegera kîmyabarana Helebceyê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di twîtterê de ragihand, ku rêjîma Sedam berpirsê wê tawanê ye û wiha nivîsîbû: Helebce hêjayî rêzgirtinê ye ji ber fidakarî û qurbanîdana niştecihên wê, û hikûmet dê bi hemû hêza xwe ji vê yekê re kar bike. "

Kazimî her wiha got: "Helebce şahidê dîktatorî û tekoşîna gel ji bo nirxên dadperweriyê û sembola biratî û pêkvejiyanê ye ji bo avakirina Iraqek demokratîk ku tê de îrade û berjewendiyên gel û mafên wan li ber çav bê girtin û ew û mafên wan tê de werin parastin."

Nêzîkî 5000 rûniştiyên herêma kurdistanê di bombebarana Helebce de hatin kuştin.

Di dema dadgehkirina Seddam de, dozgerê Iraqê 500 belge ji bo tawanên Sedam pêşkêş kirin, di nav wan de belgeyek ya dezgeha îstixbarata leşkerî ya Iraqê hebû ku di sala 1987 de ofîsa serokomarê wê demê fermana bikaranîna gaza xerdelê û gazên nervê yên wek Sarîn û Tabun li dijî gelê Kurd da bû.

Serepeyv