Sibat 15, 2026 18:20 Asia/Tehran

Berdevkê Fraksyona Avedankirin u Pêşxistinê ya parlimana Iraqê pêgirî ser neguherîna helwesta Çarçoveya Hevahengîyê derbara berbijarîya Nûrî Malikî jibo posta Serokwezîrtîyê de kir.

Furas Musilmawî ragihand ku Fraksyona Hevalbendîya Avedankirin u Pêşxistinê ya parlimana Iraqê li benda lihevkirina partîyên kurd derbara berbijarê Serokomartîyê da ye ta ku ev hevalbendîya Nûrî Malikî wek berbijarê posta Serokwezîrtîyê bide nasandin.

Wî herwiha got: Nûrî Malikî Serokê Hevalbendîya Delweta Qanûnê, hela jî tenha berbijarê sereke yê Çarçoveya Hevahengîyê jibo pêkanîna kabîna bê ye. Piştî biryardana derheq Serokomartîyê da, qonaxên destnîşankirina wî yê bi awayekî rasterast u bêyî derengî bên domandin.

Musilmawî herwiha got: Tişta ku hin medya derbara lihevkirina teqil a PDK u YNK têkildarî berbijarê Serokomartîya Iraqê da hilêdixin, ne rast e. Agahîyên ku ji çavkanîyên kurdan hatine wergirtin, ewê babetê piştrast nakin.

Ji hêla din va, hin çavkanîyên nûçeyan li Iraqê ragihandin ku partî u alîyên kurd ên Iraqê jibo guhertina helwestên Amerîkayê têkildarî Serokwezîrtîya Nûrî Malikî rawêjkarîyê dikin.

Li gorî rapora Şefeq Newsê, berpirsên payebilind ên kurd ên iraqî di rojên vê dawîyê da peywendî û hewlên xwe ji bo guherina helwesta dewleta Amerîkayê ya himber Nûrî Malikî berbijarê Hevalbendîya Çarçoveya Hevahengîya Şî`eyan ji bo dewra bê ya posta Serokwezîrtîyê tud û berfire kirine.

Ebû Mîsaq Misarî sîyasetvanê iraqî jî got: Rêvebirên PDK jibo guhertina nêrîn u helwesta Waşîngtonê ya têkildarî Nûrî Malikî berbijarê Çarçoveya Hevahengîyê jibo Serokwezîrtîya Iraqê gellek hewil dan.

Ji hêla din ve, Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got: YNK u PDK hela jî têkildarî berbijarê Serokomartîya Iraqê lihev nekirine.

 

Serepeyv