Siyasetvanên iraqî derbarê destwerdana Amerîkayê de hişyarî dan
Hinek siyasetmedarên iraqî bal kişandin ser berdewambûna destwerdanên Amerîkayê di meselên navxweyî yên welatê xwe de ji wan raberkirina planekê jibo wêdebirina Heşda Şeibîyê û li ser wê hişyarî dan.
Muhemed Zarî Dulêymî rêberekî Hevpeymaniya Ezm`ê li ser encamên plana amerîkiyan ya hilweşandin û wêdebirina Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê hişyarî da û tekez kir ku ev nêrîn dikare valahiya ewlehiyê çêbike. Dulêymî got: Destwerdana Amerîkayê di pejirandina yasayên Iraqê de rûreşî ye û nayê qebûlkirin.
Hedefgirtina saziyeke ewlehiyê ku hêzek bona rawestana li ber terorîzmê ye û nayê tamûlkirin, beşek e ji planekê ku jibo têkdana ewlehîya welêt tê hillxistin.
Mihemed Mehdî rêberekî tirkmanên Iraqê jî hitmala teslîmbûna Iraqê li himber destwerdanên Amerîkayê û hewlên Trump jibo dasepandina viyana xwe red kir û got ku Waşîngton bi rêya destwerdana di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bi dû bidestxistian armancên curbicur e.
Wî got: Hewldanên Amerîkayê jibo istandina bacê ne mijarek nû ye û ne jî ya yekem a ji vî rengî ye. Ji aliyê din ve, Mihemed Zarî Fehdawî, endamê Hevpeymaniya Mutehid Enbarê derbarê plana Amerîkayê ji bo kontrolkirina çavkaniyên niftê yên Kerkukê de hişyarî da.
Wî got: Şandeyeke Kurd a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi dizî ve li balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi rayedarên payebilind re hevdîtin pêk anî. Di vê civînê de, planeke ji bo bicihkirina dubare ya Hêzên Pêşmerge û Asayişê li Kerkukê bi desthilateke berfireh ji bo kontrolkirina vê parêzgehê ku di xizmeta berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê li Iraqê de ye, hat nîqaşkirin.
Wî her wiha got: Armanca plana Amerîka-Tirkiyê pêkanîna atmosfereke ne-ewle li Kerkûkê, lawazkirina wê li himber destwerdanên biyanî, gurrkirina şerê di navbera ereb û kurdan da, birêxistina nakokiyê û têkbirina ewlehiyê ye.