Amara terorîstên ku ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhastin
Wezareta Dadweriyê ya Iraqê netewe û hejmara terorîstên ku ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhastin ragihand.
Ehmed Lueybî Berdevkê Wezareta Dadweriyê ya Iraqê, got: Hejmara giştî ya girtiyên DAIŞê yên ku ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin 5 hezar û 703 kes ji 61 welatan e ku 4 hezar û 253 kes ji wan ereb û 983 kes jî ne ereb in. Hejmara Iraqiyan 467 kes û hejmara sûrîyan jî 3 hezar û 543 kes e. Wî got ku ev terorîst li girtîgeha navendî ya Kerxê hatine bicihkirin û 187 ji van terorîstan ji Merakişê, 165 ji Tirkmenistanê, 181 ji Tirkiyê, 234 ji Tunisê, 130 ji Rûsiyê û 116 ji Misrê ne.
Li gorî nûçeyeke din, Erşed Hakim, berdevkê fermî yê Dezgeha Ewlehiay Neteweyî ya Iraqê ragehand ku hêzên vî welatî karîn ku kesek nasiyar bi Ebû Sayil ku di warê amadekirin û veguhestina çekan jibo DAIŞê de xebat dikir, desteser bikin.