Îrewanî: Îran piştgiriya ji Sûriya yekgirtî û bi îstiqrar didomîne
Wekîlê Îranê yê NY, bal kişand ser rewşa Sûriyê û tekez kir ku yekîtiya Sûriyê jibo Îranê giring e.
Emîr- Seîd Îrewanî di civîna Konseya Ewlehiyê ya bi mijara Rewşa Rojhilata Navînê, bi taybetî Sûriyê de tekez kir: Berdewambûna dagirkirina herêmên Sûriyê bi destê Rejîma Siyonîst û çalakiyên leşkerî, yên vê rejîmê ji wan li Colana dagirbûyî ya Sûriyê hîn jî gefek li dijî aşitî û aramiya navçeyê tê hesabê.
Wekîlê Îranê yê NY her wiha got ku tevî rakirina pêngavên giring ên veguhêz ên Şamê di sala borî de, hîn jî gelê Sûriyê bi zehmetiyên mirovî, aborî û ewlehiyê yên giran re rûbirû ye. Wî got ku Komara Îslamî ya Îranê li ser pêngavên rakirî ji wan tedbîrên têkildarî mafên Kurdên Sûriyê radiweste u destpêşxerîyên bi vî rengî dikarin hevgirtina neteweyî xurt bikin.