Sibat 13, 2026 21:09 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê Şoreşa Îslamî bo Kongreya Neteweyî ya 'Şehîdên xerîb ên dîlgirtî'

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî di peyamekê da bo Kongreya Neteweyî ya 'Şehîdên xerîb ên dîlgirtî' li bajarê Meşhedê, ev şehîd wek pişkek ji mezlûmbûn û xurbeta gelê Îranê li rex mêrxasî û bawerî û berxwedanê di serdema Berevanîya Pîroz zanî û tekez kir: Lidarxistina merasimeke wisa ya rêzgirtinê, xwetewandin li hember berxwedanê ye.

Di beşeke vê peyamê da hatiye: Berevaniya Pîroz a heşt salî di deheya şêst (hetawî) da, ji aliyekî va ezmûna şanazîhêner a gelê Îranê di mêrxasî, bawerî, berxwedan û dahênanên leşkerî û ji aliyê din va dîmenek ji mezlûmbûnm xurbet û tehemilkirina êşên rûhî û leşî bû.

 

Destnivîsên dîlên azadbûyî ji serdema dîlbûnê û şidet û necamêrtiyên wê serdemê, nîşandera beşeke vê hêla duyem e ku bê guman tenê pişkeke wê şirove dike.

 

Niha qala kesinan hatiye kirin ku di wê xurbeta cansoz da, canê xwe ji dest dane û şehîd bûne. Hejmarek ji wan ku heta niha hatine naskirin, zêdetir ji du hezar kesî ye. Em dikarin piştrast bibin ku ew heta dawîn kêliya jiyanê, di êş û elemê da bûne, lê belê teslîmî çavrêtî û dasepandinên zîndanvanên şerût nebûne û di bin îşkenceyan da li ber xwe dane. Silava Xwedê li wan be.

 

Ev rêzgirtin ji bo xwetewandina li hember berxwedana wan e. Berpirsên vê kombûnê, bi duristî ji mijarê tê gihîştine û bi rastgoyî tev geriyane.

 

Xwedê wan û hemî kesên ku di xizmeta Berxwedanê da ne, bi xelateke baş bixe bin qenciya xwe.

 

 

Serepeyv