Şemxanî: Sîstimên mûşekî yên Îranê xêza me ya sor e
Sibat 13, 2026 15:47 Asia/Tehran
Sekreterê Konseya Berevaniya Îranê pêgîrî kir ku sîstimên mûşekî yên Îranê nayên muzakirekirin.
Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Berevaniyê ya Îranê, di hevpeyvînnekî de bi amajeya li muzakireyên navokî yên Îran û Amerîkayê pêgîrî kir: Sîstimên mûşekî yên Îranê xêza me ya sor e û nayê muzakirekirin.
Wî wek berteka li hember gefên Rejîma Siyonîst dijî îranê got: Rejîma Siyonîst nikare bêyî piştgîriya rasterast a Waşîngtonê ti karekî bike. Şemxanî destnîşan kir: Em ê bersiveke bihêz, webirr û guncav bidine her cure maceraheziyeka dijî Îranê. Wî amajeyî vî yekî kirk u amadetiya me ya leşkerî zav e û got: Berdêla her cure hesabeka şaş ji aliyê her aliyekî wê gelek zêde be.