Sibat 13, 2026 18:47 Asia/Tehran

Berdevkê fermandê gişt artêşa Iraqê ragihand, 4500 endamên DAIŞ`ê ji zîndanên Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin.

Sebah Neiman, berdevkê fermandê gişt artêşa Iraqê got: Me ji hikûmetên biyanî xwestiye ku welatiyên xwe ji nav terorîstan derxin, lê bersiva wan lawaza bûye. 

Wî got veguhestina endamên DAIŞ`ê anegorî hesabên deqîq cih hatiye û bicihkirina wan di zîndanên Iraqê de bêyî ti kêşeyekî bûye. Anegorî vê nûçeyê biryar e bi giştî heft hezar endamên DAIŞ`ê ji Sûriyê bo Iraqê bên veguhestin. Ji vê hejmarê sê hezar û 245 kes sûrî ne û tenê 271 kes iraqî ne. 

Rêxistinên mirovdostiyê ragihandin ku para zêde ya malbatên endamên biyanî yên DAIŞ`ê piştî paşdavekişiyana hêzên HSD`ê ji kempa Holê li parêzgeha Hesekê derketine.Li gorî ragihandina çavkaniyeka din tenê 20 malbat di pişka taybetî biyaniyan ku di bin tedbîrên giran ên ewlehiyê bû û hejmareka zav a jin û zarokên xelkê Rûsiye, Qefqaz û Asiyaya Navendî têde bûn, mane.

Anegorî rapora çavkaniyên nûçeyan pişkeke mezin a terorîstên DAIŞ`ê di zîndanên bakûrê Sûriyê bi awayekî qaçax bo Idlibê û parêzgehên din hatine veguhestin.

 

 

Serepeyv