Sûdanî: Bila dais`îyên girtî yên bîyanî radestî welatê wan bên kirin
Sibat 10, 2026 13:15 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê got: Veguhestina terorîstên daişî`yên girtî ji Sûrîyê bo Iraqê, li gorî têbînîyên netewî, herêmî û navdewletî ye.
Mihemed Şîya Sûdanî pêgirî ser berpirsîya hevpar a welatan di warê sekinîna himber terorîsmê kir u ji dewletên ku welatîyên wan ên bi tawana endametîya di DAIŞê da hatine girtin xwest ku di vê dosîyê da hevkarîyê bikin û welatîyên xwe wergirin.
Tê gotin ku hejmara terorîstên dais`î ku biryar e bo Iraqê bên veguhestin, zêde ji 7 hezar kesî ye. Ji Navenda Hevkarîya Dadwerîyê ya Navdewletî ya Iraqê hatîye rasipardin ku belgeyên hatine komkirin, raberî dezgehên lêkolîn u dadwerîyê bike.