Sibat 08, 2026 18:30 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bertekek tund himber destwerdana Trump nîşan da

Endamekî Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê got: Biryardayîna derbara berbijarê serokwezîrtîya vî welatî da maye ser lihevkirina alîyên navxweyî ne zextên ji derve.

Hisên Sadiq pêgirî kir ku Nûrî Malikî hela jî berbijarê Hevalbendîya Çarçoveya Hevahengîyê ya Şî`eyên Iraqê jib o posta serokwezîrtîyê ye. Wî herwiha got: Pirranîya alîyên Hevalbendîya hanê pişta Malikî digirin û heke berbijar were guhertin jî yê biryareke komkî ya navxweyî ya Hevalbendîyê be, ne li gorî helwest, daxwaz u zex û zoran. Vî endamê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê herwiha got: Hevalbendîya Çarçoveya Hevahengîyê ya Şî`eyên Iraqê bijareyên xwe yên sîyasî li gorî lihevkirina navxweyî rêz dike ne li gorî zextên ji derve.

Berî vîya Donald Trump Serokomarê Amerîkayê di çarçova helwestên destwerdanxwazne da, dijî berbijarîya Nûrî Malikî derketibû.

 

Serepeyv