Ferhad Şamî: Şamê xwestibû HSD bê hilweşandin; domandina dorpêça ser Kobanîyê yê bibe sedema têkçûna rêkevtinameyê
Rêvebirê Navenda Ragihandê ya HSD ragihand ku desteya muzakireker a hikûmeta Colanî di muzakireyên vê dawîyê da xwestîye ku HSD tam bê hilweşandin; daxwaza ku li gorî gotina wî bi merema bêberevankirina gelê bakur u rojhilata Sûrîyê hatîye hilêxistin.
Ferhad Şamî pêgirî ser pabhendbûna tam bi rêkevtinameyê heta dema bicihanîna hemî xalên wê kir, lê di eynî demê da hişyarî da ku berdewambûna dorpêçşa ser Kobanîyê û destwerdanên komên ser bi Tirkîyê dikarin rêkevtinameyê pêrgî têkçûnê bikin.
Şamî got ku hin kom hewil didin bi handana nakokîyên etnîkî, nemaze di navbera kurd u ereban da, rêkevtinameyê lawaz bikin, di halekî da ku li gorî gotina wî şerekî wiha tineye.
Wî herwiha got ku berbijarên HSD ji bo postên hikûmî hatine nasandin, serxwebûna YPJ tê parastin u gel yê di rêvebirina herêmên xwe da beşdar bin.