Sibat 09, 2026 18:12 Asia/Tehran
  • Berdewambûna tedbîrên ewlehiyê yên Iraqê dijî paşmaiyên DAIŞê

Rêxistina Îstixbaratê ya Iraqê derbarê tevgerên nû li dijî paşmayiyên DAIŞê li vî welatî agahî da.

Rêveberiya Rêxistina Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand: 4 terorîstên DAIŞê li gorî rapor û daneyên deqîq yên îstixbaratê û di encama çendîn operasyonên taybet û cuda li navçeyên curbicur ên vî welatî hatine girtin. Li gorî nûçeyeke din, Iraqê derbarê cihanîna hikmê darvekirina sebebkarê şehîdkirina Seyid Mihemed Baqir Sedr de agahî da.

Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ragehand ku Seidûn Sebrî Qêysî piştî temamkirina demajoya dadweriyê bi tometa şehîdkirina Seyid Mihemed Baqir Sedr di sala 1980an de hat darvekirin.

 

Serepeyv