Sibat 12, 2026 16:13 Asia/Tehran
  •  Bexda ji ber axiftinên Hakan Fîdan hers bû; Balyozê Tirkiyê hat gazîkirin

Axaftinên Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ji kanala CNN Turk re li dijî Iraqê bi pêleke nerazîbûnê ji aliyê iraqiyan ve hat pêşwazîkirin.

Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê di daxuyaniyekê de gotibû, piştî çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, em ê berê xwe bidin doza Iraqê, lewma em hêvî dikin ku iraqî ji Sûriyê ders girtibin û bi aqilane tev bigerin, çimkî rewşa Şingalê nikare bi vî awayî berdewam bike û em dikarin di sê rojan de komên di bin çavdêriya Heşda Şeibî de li Şingalê kom bikin. Wezareta Karên Derve ya Iraqê, ji bilî şermezarkirina van daxuyaniyên destwerdanane yên Hakan Fîdan de, balyozê Tirkiyê li Bexdayê gazî kir. Mihemed Hisên Behrulolûm, alîkarê wezîrê karên derve yê Iraqê, di hevdîtina bi Anil Bora Înan, balyozê Tirkiyê li Bexdayê re tekez kir ku dosya Şingal û deverên din ên welêt, meseleyek bi tevahî navxweyî û neteweyî ye û Bexda li ser bingeha ewlewiyet û mekanîzmên neteweyî yên xwe pê re tev digere. Wî her hewldanek derveyî ji bo sepandina çareseriyê yan jî bikaranîna siyasî û leşkerî ya van dosiyeyan bi tundî red kir. 

Balyozê Tirkiyê li Iraqê jî bi îdiaya ku axiftinên Fîdan bi şaşî hatine fêmkirin, diyar kir ku, axaftinên Hakan Fîdan tenê derbarê endamên PKK`ê yên li Iraqê bûne û Enqere destwerdanê di karûbarên navxweyî yên vî welatî de nake. Hebîb Helawî, parlamenterê Iraqê û endamê fraksyona Sadiqûnê, ji bilî şermezarkirina axiftinên Fîdan de got: Iraq ne Sûriye ye û zimanê gef û destwerdanê qebûl nake. Herwiha Hemê Hecî Mehmûd, sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Iraqê, ji bilî  şermezarkirina axiftinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê de got: Hakan Fîdan di derbarê Iraqê de şaşitî kiriye. 

Nujeba ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de bi şermezarkirina axiftinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê tekez kirin ku Tirkiye piştî bi salan binpêkirina serweriya Iraqê û avakirina bi dehan baregehên leşkerî yên neqanûnî li axa Iraqê, niha bi pilanek nû, eşkere û bêşermane armanc dike ku hebûna xwe li axa Iraqê bidomîne.

 

Serepeyv