Dewama dorpêça Kobaniyê tevê hevhatina HSD û hikûmeta demkî ya Colanî
Medyayên herêmî amajeyî hevhatina 29`ê Çillê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Colanî de kirin û ragihandin dorpêça Konbaniyê hîna jî berdewam e û hêzên ser bi Tirkiyê û ser bi HTŞ`ê hîna jî ji gundên Kobaniyê paşda venekişiyane.
Medya bi ragihandina viya ku anegorî vê hevhatinê pişkek ji nijyara îdarî ya navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê bo hikûmeta Colanî hatine radestkirin, pêgîrî kirin ku kurdên Sûriyê bi amajekirina li cinayetên hikûmeta demkî ya Sûriyê dijî Elewî û Dirûziyan ji ber îhtimala êrişa berfireh a hêzên HTŞ`ê ser Kurdan û ketina hêzên hikûmeta demkî ya Colanî nav navçeyên kurdnişîn dilnîgeran in û ketina hêzên Colanî nav navçeyên kurdnişîn hesbekî Tirûwa jib o gorîkirina kurdan dizanin.
Tevî ragihandina îbtalkirina dorpêça Kobaniyê piştî hevhatina 29`ê Çillê û soza vekirîna korîdora di navbera Kobanî û Hesekê de, ev bajar hîna jî tê dorpêçkirin. Elekterîk û înterneta Kobaniyê hîna bikêşe ye û hatûçûna li bajêr nepêkan e û xelk rastî kêmbûna xwerin, derman, ardû û hewcetiyên din ên girîng re rûbirû ne û Kobanî hîna jî li ber xetera êrişa komên ser bi Colanî ve ye.