Sibat 13, 2026 20:47 Asia/Tehran
  • Derketina hêzên Sentkamê ji pêgeha Tenfê

Fermandetiya Navendî ya Amerîkayê(Sentkam) piştrast kir ku hêzên vî welatî pêgeha leşkerî ya Tenfê li nêzîkî sînorê Sûriyê bi Urdin û Iraqê re terikandine.

 

Navenda Fermandetiya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekî de ragihand ku derketina hêzên wê ji pêgeha Tenf a li Sûriyê di çarçoveya veguhestina bi armanc û anegorî rewşê pêk hatiye.

Berî nika jî wezareta berevaniya Sûriyê ragihandibû ku yekîneyên artêşa vî welatî bi hevdengiya artêşa Amerîkayê, pêgeha Tenfê vergirtine.Anegorî vê daxuyaniyê, hêzên sînorvaniyê di çend rojên bê wê di navçeya ser sînorê Urdin û Iraqê de bicih bibin.

Rayedarekî amerîkî jî ji bilî piştrastkirina derketina 300 leşkerên vî welatî ji pêgeha Tenf a Sûriyê got ku hîna hezar hêzên amerîkî li navçeyên bakûr rojhilata Sûriyê mane.

 

Serepeyv